Muhammet Kurşun
30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ADANA
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu, diyar kir ku nirxandinên wan li ser helwesta partiyê di referandûmê de didomin û got: "Emê di demeke nêz de biryara xwe ya kesin diyar bikin û emê bi raya giştî re jî parve bikin."
Yapicioglu li bajarê Edeneyê civîna çapemeniyê lidar xist û der barê referandûma guherîna destûrê de axivî.
Serokê Huda Parê destnîşan kir ku alîgirên "erê" û "na"yê hevdu bi îxaneta welat tawanbar dikin û ev yek zêdegavî ye di siyasetê de.
Yapicioglu anî ziman ku 50 milyon dengdêr bi sedemên cuda dikarin bêjin "erê" yan "na" û ev ne sedemê îxanet û dijmintiyê ye. Ew wiha axivî:
"Divê herkes rêzê li encaman bigire. Wekî din çare tuneye. Ji derve de ew qas êriş têne ser me û dixwazin cudatiyên me bigerînin encamekî neyênî. Divê kes gotineke ku sibe jê poşman bibe nebêje."
Yapicioglu bal kişand ser wê yekê ku guherînên destûrê têr nakin, kêm in û got: "Di pêşnûmaya guherîna destûrê de hin gavên erênî hene. Hin guherînên ku em destek dikin, emê piştgiriyê bidinê û hetta di bernameya partiya me de cih digirin hene. Guherînên erênî hene lê guherînên ku em şaş dibînin jî hene. Kêmasî hene. Em van hemûyan bi hevalan re di nav partiyê de nîqaş dikin, dinirxînin. Emê di demeke nêz de biryara xwe ya kesin diyar bikin û emê bi raya giştî re jî parve bikin."