ANKARA
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu got: "Kurd di nav xwe de şer bikin dê ev şer bi kêrî tu kesî neyê. Şer û pevçûnên bi vî şiklî dê bibin sedema aloziyan. Li Tirkiyeyê berî şerê navxweyî dê di nav kurdan de şer derkeve."
Yapicioglu, beşdarî civîna çapemeniyê ya li navenda giştî ya partiyê hat lidarxistin û li ver bûyerên dawiya heftê li Cizîra navçeya Şirnaxê qewimîn, nirxand.
Yapicioglu got ku ji destpêka Pêvajoya Çareseriyê vir ve, bi dehan caran gotine ku dawî li şidetê anîn û çekdanîn mijarên cuda ne, divê van mijaran taybetî hildin dest û tev li hev mekin û wiha dewam kir: "Em gihiştine asteke wisa ku êdî pêvajoya çareseriyê ne meseleya dewletê ye, ev mesele êdî meseleya gelê kurd e."
Yapicioglu bal kişand ser bûyerên li Cizîrê qewimîn û got ku kesên ku êrîş kirin û kesên mexdûr diyar in, rewşa hemûyan jî eşekere ye û wiha dewam kir: "Ji ber ku HUDA PAR li hemberî PKKyê disekine, li gor PKKyê tevnagere wek hedef tê nîşandan. Ji ber ku HUDA PAR li hemberî yekrengiyê disekine û partiyên din ên kurd jî ji vê tevgera wê hêzê digirin, niha PKKyê em hedef girtine. PKK naxwaze di Pêvajoya Çareseriyê de ji bilî wan tu kes wekî mixatab bê hesibandin. Dixwaze bibe tekane nûnerê kurdan û wiha jî bimîne. Bi taybetî êrîşên li ser me piştî ku Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç hat serdana me zêdetir bûn. Ji ber sekna me ya Îslamî, nasnameya me ya Îslamî hin komên di nav PKKyê de yên dijminê Îslamê me hedef digrin."
Yapicioglu got ku zirara şerê di nav kurdan de di serî de li ser kurdan bandorê dike û wiha pê de çû:
"Bi taybetî piştî daxuyaniyên ji bo eqlî selimî û provokasyonê, daxuyaniyên ku partiya me wekî hedef hat nîşan didin dan. Ev êrîş jî nîşan didin ku hê jî partiya me di bin xetereyê de ye. Ez ji vir dixwazim him bangî PKKyê him jî bangî HDPyê ku wekî aliyê siyasî yê PKKyê ye bikim. Wekî ku we jî piştî bûyeran di daxuyaniya xwe de diyar kiribû xêra şerê di nav kurdan de ji kurdan re tuneye. Ji ber şer û pevçûnên wiha dê welat tevlihev bibe. Dibe ku berî şerê navxweyî yê Tirkiyeyê şerekî dijwar di nav kurdan de biqewime. Heke hûn bi rastî jî ji bo gelê kurd hewl didin, ji bo mafên gelê kurd dixebitin dev ji van tevgerên xwe bedin, gelê kurd ji hev du re nekin dijmin."
-"Dê gel mecbûr bibe ku xwe biparêze"
Yapicioglu li ser pirsa gelo dê HUDA PAR li hemberî vê êrîşê bertekê nîşan bide an na, got ku HUDA PAR partiyeke siyasî ye û aliyê wê yê leşkerî jî nîne, heke êrîş zêde bibin û zorê bidin gel, wê çaxê dê gel mecbûr bimîne ku xwe bi xwe biparêze.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu got erkdar dibêjin ku provokator hatine girtin, ji bo vê ew jî dixwazin ku der barê van de agahiyê bidin wan, nav eşekere bikin û wiha axivî:
"Tu kes nikare bêje provokatoran ev bûyer li dar xist, ev bûyer pir hat mezinkirin, ev destê kesên din hat kirin û xwe xilas bike. Bi taybetî hikûmet nikare bêje rêxistina parelel ev bûyer li dar xist û xwe xilas bike, lewra berpirsiyarî li ser milê wê ye. Dema 27ê kewçêrê de cinazeyê Abdullah Denîz ji bo definkirinê dibirin gundê wî li du cihan, pêşiya kerwanê cinaze girtin. Gelo ev jî provokatoran û rêxistina parelel kir?"