28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
Bi çek êrîşê Serokê navçeya Îdîlê yê HUDA PARê Mehmet Hamît Ersoy kirin. Ersoy bigiranî birîndar bû.
Serokê navçeya Îdîlê yê HUDA PARê Hamît Ersoyê (45) ku ji avahiya partiyê derket û ber bi malê ve diçû, rastî êrîşê hat. Terorîstan bi çekên lûledirêj gule berdan Ersoyê di wesayitê da.
Ekîbên serwîsa 112yê ya serwîsa acîl Ersoy rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Îdilê. Tedawiya Ersoy dewam dike.
Birîna Ersoyê ku 2 gule li çîma wî ket xidar e.
Ji bo qefaltina terorîstan xebat dan destpêkirin.