İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezareta Edaletê ji bo nîvîsa ku der barê pêvajoya ji Îngiltereyê îadekirina Akinê Îpekê firarê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li ser medyaya civakî digere û dibêjin ji aliyê Wezareta Edaletê va hatiye şandin, rast nîne. Hat gotin ku der heqê Mişawirê Edaletê yê Londrayê da ji 30ê mijdara 2018an pê va tedqîqat dane destpêkirin û di heman dîrokê da gazî mişawir kirinê ku were Enqereyê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Edalatê hat dayîn, hat ragihandin ku der heqê nivîseke ku tê da qala pêvajoya ji Îngiltereyê îadekirina bersûcên firar ên FETOyê tê kirin û li ser îçtihadên Dadgeha Temyîzê nirxandin hene da pêdivî bi dayîna daxuyaniyekê çêbû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku wezaretê piştî nûçe û şîroveyên li ser medyaya civakî tedqîqat da destpêkirin, di doza îadeyê ku wek "Doza Akin Îpek" jî tê zanîn da mehkemeya Îngiliz daxwaza agahiyên zêde kir û Wezaretê jê ra 87 rûpel agahî şandin. Ev agahî û belge li gor usûlê di 13ê îlona 2018an da bi nivîsekê va rêya dîplomatîk hat şandin.
Di vê nivîs û pêvekên wê da nirxandinên ku bûne mijara nûçeyan cih nagrin û wiha hat gotin:
"Em hîn bûn ku li ser îdiayên bêbingeh ên ku bersûc û parêzerên wî di pêvajoya dozê da ji bo şert û mercên darizandina adil a li Tirkiyeyê îdia kirine, Mişawirê Edaletê yê Londrayê bi însiyatîfa xwe li cem xwe rûpelek nîşe amade kiriye û daye miqamê Dozgeriya Îngiliz.
Di mijarên nav rayeya darazê da Wezareta me fikra xwe ya sazûmanî nabêje. Hat fêmkirin, nirxandinên ku di nav nîşeyan da hatine gotin li gor îçtîhadên Dadgeha Temyîzê nînin. Nîşeyên tê îdiakirin ku Wezareta me şandiye û li ser hesabên medyaya civakî tê parvekirin, li gor usûlên nivîsên Wezareta me nîne, tu nasnav, nav û îmze jî li ser tuneye. Ev bi eşkere tê dîtin.
Ji bo agahdarkirina mixatabên me yên dereke (mercîên edlî yên rayedar ên Îngiliz) teşebus hat kirin. Der heqê Mişawirê Edaletê yê Londrayê da ji 30ê mijdara 2018an pê va tedqîqat dane destpêkirin û di heman dîrokê da gazî mişawir kirinê ku were Enqereyê."