Önder Beyter
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
FIRQETEYNA TCG GAZÎANTEP
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar wiha got, "Têkoşîna me ya dijî terorê 365 rojan bi heman tundî û tempoyê dewam dike. Em gihîştin qonaxekê. Em hewl didin terorîstê dawîn berteref bikin û dawiyê li vî karî bînin."
Orgeneral Akar ligel Fermandarê Hêza Bejayî Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêza Deryayî Koramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêza Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz teseliya unsûrên ku beşdarî Tetbîqata Bahoza Spî a li Behra Spî ya Rojhilat û Egeyê bûn, kir.
Orgeneral Akar di çarçoveya kontrolan da çû Antalayê û ji vir ligel fermandarên bi xwe ra bi helîkopterê peyayî ser firqeteyna TCG Gazîentabê bû. Helîkopterên Fermandariya Hêzên Deryayî yên ku fermandar tê da bûn, li ser firqeteyna ku li Behra Spî a Rojhilat diçû, danîn.
Orgeneral Akar piştî teseliya xwe ya li navenda tevgera cengê bi personelê keştiy ra hat cem hev. Akar diyar kir ku ew ji ber vê ziyaretê pir kêfxweş e û wiha dewam kir, "Piştî 15ê Tîrmehê hewldana xaîn a derbeyê, hin pirsgirêk çêbûn, lêbelê hêza me zêde bû. Em dibînin em ji endamên FETOyê çiqas tên paqijkirin, ewqas bihêz dibin. Artêşa Tirkiyeyê ji berê zehftir peywir bi serkeftî bi cih anîn."
- Têkoşîna dijî terorê
Orgeneral Akar da bibîrxistin ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û herwiha li bakurê Sûriyeyê têkoşîna dijî rêxistinên terorê didome û wiha got, "Têkoşîna me ya dijî terorê 365 rojan bi heman tundî û tempoyê dewam dike. Em gihîştin qonaxekê. Em hewl didin terorîstê dawîn berteref bikin û dawiyê li vî karî bînin."
- Di keştiyê da fitara xwe vekir
Piştî axaftinê, Orgeneral Akar ligel fermandaran derbasî salona eskeran a firqeteyna TCG Gazîentabê bû. Akar li vê derê bi eskeran ra qederekê sohbet kir. Piştî anonsa "Ji bo TCG Gazîentabê dema fitarê ye" ya ku ji keştiyê hat kirin, diayê sifreyê hat kirin.
Piştî diayê, Akar ligel eskeran fitara xwe vekir.