13 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
BERLÎN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da kanala RTLyê ya Almanyayê û der barê hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê, helwesta Yekîtiya Ewropayê (YE), mijara vizeyê û daraza Almanyayê da xeberda.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Ewropa li ser sozê xwe nesekinî û wiha got: "Mijara vizeyê û paşvaqebûlkirinê girîng e. Pêvajo dewam dike, lê mixabin Ewropa li ser sozê xwe nesekinî û bi cî neanî."
- "Ewropa têra xwe piştgiriyê neda"
Erdogan destnîşan kir ku Ewropayê di mijara derbeyê ya li dijî demokrasiya Tirkiyeyê hat kirin da têra xwe piştgirî neda û wiha dewam kir: "Şeva 15ê tîmehê hewla derbeyê çêbû. Di 18ê tîrmehê da Serokwezîra Almanyayê Merkel têlefon kir. Got ku 'em hêvî dikin ku ji ber tiştên diqewimin em nekevin metirsiyê.' Helbet em ji ber tiştên wiha xemgîn dibin. Em bi hesta tolhildanê tevnagerin."
Erdogan diyar kir ku hêviya wan ew bû ku Ewropa li dijî hewla derbeyê li cem Tirkiyeyê be û wiha dewam kir: "Ewropayî li dijî terorê li Parîsê hat bal hev. Hêviya me ew bû ku li ji bo Tirkiyeyê jî wisa bikirana."
Serokomar Erdogan diyar kir ku ji ber hewla derbeyê ya FETOyê 240 welatî mirin û ji 2 hezarî zêdeitr kes birîndar bûn û wiha got: "Piştî hewla li dijî demokrasiya Tirkiyeyê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, wezîrekî Ewropayê û Wezîrê Karên Derva ya Katarê hatin. Em ji ber vê xemgîn in."
Erdogan li ser pirsa der barê "cezayê îdamê" da wiha xeberda: "Di mitînga li Yenîkapiyê ku qederê 5 milyon kes hatin, gotin 'em îdamê dixwazin.' Heger ji Parlementoyê derkeve, ez ê qebûl bikim."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi Rûsyayê ra di warên leşkerî, siyasî, çandî, aborî û tûrîzmê da heyameke nû dane destpêkirin.
Erdogan der barê pirsgirêkên ku Tirkiye li ser sînorê Sûriyeyê pê ra rû bi rû bûye da diyar kir ku NATOyê Tirkiye tenê hişt.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê 53 sal in Tirkiyeyê di mijara endamtiyê da dibe û tîne.