İbrahim Atmaca
22 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn, Erdogan û Trump duh êvarê bi têlefonê axivîn.
Di axaftinê da herdu serok li ser têkiliyên herdu welatan, têkoşîna terorê, mijara Cemal Kaşikçi û geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê sekinîn û fikrên xwe ji hev ra gotin.
Di axaftinê da li ser pêvajoya hiqûqî ya Pastor Andrew Brunsonê Amerîkayî jî sekinîn û herdu serokan biryardariya ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da tevkarî di her qadê da normal bibin û xurt bibin, teyîd kirin. Her wiha FETO jî di nav da li ser tevkariya têkoşîna terorê jî sekinîn.
Herdu serokan destnîşan kirin ku di mijara Minbicê da nexşerê di demeke kin da têkeve rewacê û li ser girîngiya mitabeqata Îdlibê sekinîn.
Erdogan û Trump mitabiq man ku bûyera Cemal Kaşikçi ji her alî va were ronîkirin.