Haydar Şahin
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel civiyan.
Erdogan û Merkel beriya civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê ya dê li Qesra Vahdettîn were lidarxistin hatin ba hev.
Dema Merkel hat Qesra Vahdettîn, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu lê pêşwazî kir.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak jî di hevdîtinê da amade bûn.
Erdogan û Merkelê piştî civînê ji pencereya Qesra Vahdettîn ra li Geliyê Stenbolê temaşa kirin û qasî demekê axivîn.
Civîna ku çapemenî hilnedanê bi qasî nîv saetî dewam kir.