Haydar Şahin
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
KOCAELÎ
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got hedefa wan ew e ku dema serîlêdana aştiya îmarê hetanî 31ê berfanbarê dirêj bikin.
Wezîr Kurum di ziyareta Walîtiya Kocaeliyê da diyar kir ku aştiya îmarê her tim di rojeva wan da ye.
Kurum got aştiya îmarê "aştiya avahiyên qaçax a bi dewletê ra ye û wiha axivî: "Ji bo çareserkirina mexdûriyeta welatiyên me qanûn hat derxistin. Armanc ew e ku ceyran were kişandin, xaz were girêdan û welatiyên me bi rihetî bijîn. Qanûn avahiyên beriya 31ê berfanbara 2017an hatine avakirin eleqedar dike. Lêbelê gelek avahiyên qaçax tên çêkirin. Em li ser dixebitin û hemûyên wan ew ê werin hilweşandin."
Kurum got hişyarî dan şaredar û waliyan ku bira destûrê nedin avahiyên piştî 2017an bi qaçaxî tên çêkirin û wiha pê da çû:
"Em dibêjin di mijara bi destê walîtiyan hilweşandina wan avahiyên qaçax bi hev ra teqîb bikin. Di 31ê mijdarê da dema serîlêdanê di 31ê berfanbarê da jî dema razandina berdelê bi dawî dibe. Gelek kes serî lê dixin. Heta îro bi qasî 8 milyon û 150 hezar welatiyên me serî lê dane. Berdêla serîlêdanê jî bû 5 milyar û 120 milyon lire. Em li bendê ne ku bi qasî 13-14 milyon serîlêdan bên kirin."
Hedefa me ew e ku dema serîlêdana aştiya îmarê hetanî 31ê berfanbara 2018an dirêj bikin."