22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 22 Hezîran 2018
İZMİR
Li Îzmirê Arîfe Çinara Endama Meclisa Partiyê ya HDPyê ya ku bi hinceta endamtiya PKK/KCKya rêxistina terorê lê digeriyan hat girtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Menemenêdi dema kontrola rê da wesayîtek dan sekinandin û tê da Arîfe Çetîn dîtin. Di kontrolan da hat tesbîtkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna dimeşîne da ji bo Çetînê bi hinceta endamtiya PKK/KCKya rêxistina terorê biryara lêgerînê daye.
Ekîban Çinar teslîmî Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Îzmirê kir, piştî karûbarên li vê derê sewqî dadgehê kirin. Bi Sîstema Dîtbarî îfadeya Çinarê hat hildan.
Paşê Çinar derxistin hakimtiya cezayê silhê û bi hinceta "kirina propagandaya rêxistinê û endamtiya rêxistinê" hat girtin.