Abdullah Tel
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
ÎZMIR
Di rafîneriya Tupraşê ya li Îzmirê da teqîn qewimî û 3 kesan li cihê bûyerê can da.
Li gor agahiyên hatin hildan di Rafîneriya Tupraşê ya Îzmirê ku li navçeya Alîagayê cih digire da serê sibehê ji ber sedemeke nediyar teqîn çêbû.
Gelek tîmên agirkujiyê, ambûlans û AFADê çûn cihê bûyerê.
Li gor tesbîtên ewil di bûyerê da 3 kes mirin.
Hat ragihandin ku ekîbên li texma cihê bûyerê ne li herêma biewle tên sekinandin.