Oktay Demirci,Volkan Kaşik
27 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2023
Li Doganşehira navçeya Meletiyê bi mezinahiya 4,3yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD), li Doganşehira navçeya Meletiyê bi mezinahiya 4,3yan erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej di 9,69 kîlomêtro binê erdê da çêbûye.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Yerlîkaya wiha got: "Li Doganşehira navçeya Meletiyê bi mezinahiya 4,3yan erdhej çêbû û li bajarên derûdorê jî hat hîskirin. Ekîbên AFADê û saziyên me yên bi mijarê ra eleqedar in sewqî herêmê bûn. Em geşedanan kelî bi kelî dişopînin. Ji bo welatiyên me yên ku tesîra erdhejê li ser wan çêbû derbasî be. Xwedê welatê me û gelê me ji afatan biparêze."
Waliyê Meletiyê Ersîn Yazici jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku ekîbên AFADê û yên saziyên ku bi mijarê ra eleqedar in sewqî herêmê bûne û wiha got: "Xwedê welatê me û gelê me ji afatan biparêze. Di erdheja ku bi mezinahiya 4,3yan li navçeya me ya Doganşehirê çêbû da tu xebereke nebaş negihîştiye saziyên me. Ji hemşehriyên me ra derbasî be."
Şaredarê Doganşehirê Duralî Zelyurt jî anî ziman ku heta niha tu xebereke nebaş negihîştiye li ber destên wan û wiha got: "Ji hemşehriyên me ra derbasî be. Li herêmê lêkolînên me dewam dikin."