Haydar Şahin
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di çarçoveya projeya "Mizgefta Bira" da bernameya weazê hat lidarxistin.
Hasan Husnu Sulayê Miftiyê Erziromê bi miftiyên 3 navçeyan ra di çarçoveya projeya "Mizgefta Bira" da ji bo ku beşdarî bernameyan bibe û herêmê ziyaret bike hat Yuksekovayê.
Sula beşdarî bernameya ku li Mizgefta Îhsaniyeyê hat lidarxistin bû, li vê derê bi cimaetê ra sohbet kir û di mijara lihevkirina Îslamê da weaz da.
Sula daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ê bi heyata ku pêra hatibû ra qursên Quranê û mizgeftên li navçeyê ziyaret bikin.
Sula got armanca wan ew e ku hewcedariyan bibînin û bi gel ra werin ba hev û wiha pê da çû:
"Li vê derê me mişahede kir ku qursên Quranê lazim dikin. Em dixwazin ku li vê derê alîkariyê bidin avakirina qursên Quranê, xwendekaran ji vê derê bibin herêmên din ku bira bibînin li bajarên din xizmetên çito tên dayîn. Dibe ku em qasî hefteyekî li Erziromê ji xwendekaran da malxwedîtiyê bikin. Em ê wan li bajê bigerînin."
Sula destnîşan kir ku ji bo di navbera Erziromê û navçeyê da pireya biratiyê ava bikin hatin navçeyê.
- "Derdê mislimanekî derdê me hemûyan e"
Sula got ku di çarçoveya projeyê da miftiyê ji bajarên din jî werin vê derê û wiha pê da çû:
"Di dema ku biratî, yekîtî, bihevrabûn herî zêde lazim e da em ê ji bo werin ba hev hewl bidin. Derdê mislimanekî derdê me hemûyan e. Em ê wî derdî pare vekin, bi hev ra şa bin. Înşaellah ew ê bi xêr be."
Şakîr Şahînê Miftiyê Yuksekovayê jî bal kişand ku bernameyên wiha ji bo yekîtiyê girîng in, ji bo vê piştgiriyê ji Seroktiya Karûbarên Diyanetê, Sulayê miftî û heyeta pê ra hatiye ra sipas dike.