21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Di mitîngên HDPyê yên li Diyarbekir û Batmanê da paçikên nîşaneya PKKya rêxistina terorê hatin hejandin û ji bo Abdullah Ocalanê serkêşê PKKyê diruşme hatin berzkirin.
Di mitînga li Diyarbekirê da ku li Meydana Îstasyonê hat kirin da Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Buldan û namzedên parlementeriyê beşdar bûn.
Buldanê di axaftina xwe da diyar kir ku ewê li ray û sindoqan xwedî derkevin û wiha pê da çû: "Di 24ê hezîranê da em ê bigihêjin wî welatê ku em xeyal dikin. Tirkiyeke wisa bifikirin ku HDP di parlementoyê da bûye xwedî nûnertiyeke xurt û birêz Selahattîn Demirtaş jî serokomar e. Li Tirkiyeke wiha jiyîn li welatekî wiha jiyîn xeyala me hemûyan bû û ev xeyal wê biçe serî. Bila tu kes di vê mijarê da nekeve nav fikarê."
Di dema mitîngê da posterê serkêşê rêxistina terorê û paçikên nîşaneya PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz jî hatin vekirin.
- Mitînga Batmanê
Di mitînga HDPyê ya ku li Batmanê ber Stada Bajêr a 19ê Gulanê hat kirin da hin komên muzîkê ji bo beşdariyan konser dan.
Buldan û endamên partiyê jî tevlî mitîngê bûn û li vê derê jî ji bo serkêşê PKKê Abdullah Ocalan diruşme hatin berzkirin û paçikên nîşaneyên rêxistina terorê hatin hejandin.