07 Îlon 2018•Rojanekirin: 07 Îlon 2018
ANKARA
Di operasyonên Artêşa Tirkiyeyê ku di navbera hefteyeka dawîn a da li nav welêt û bakurê Iraqê bir serî da yek jê di lîsteya sor da û 4 jî qaşo ji qadroya lîderan bi tevahî 62 teorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahdarkirina heftane ya Serokatiya Sererkaniyê operasyonên li hundir û dervayê welêt ku li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê tên kirin bênavber dewam dikin.
Di operasyonan da yek jê Fatîh Ozden ê bi navê Bager Andok ku di "Lîsteya Sor" da û çar jî qaşo ji qadroya lîderan bi tevahî 62 terorîst hatin berterefkirin.
Di dawiya operasyonan da gelek çek û cebilxane hatin qefaltin, 19 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhekirin û 3 esker jî birîndar bûn.
- Operasyonên li bakurê Sûriyeyê
Ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin jî gihîşt 4573an.
Di şer û pevçûnên bi mensûbên rêxistina terorê da jî heta niha 54 esker şehîd ketin û 241 esker jî birîndar bûn.
- Herêma Minbicê
Ji 18ê hezîranê vir va Hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên Amerîkayê li ser qada di navbera Minbic û xeta Operasyona Mertalê Feratê dimîne da wezîfeya dewriyeya serbixwe ya bikordîne ya 41emîn birin serî.