Tirkiye

Di hefteyekê da 21 terorîst hatin berterefkirin

Di operasyonên li nava welat ên dijî rêxistinên terorê da di 14-21ê gulanê da 21 terorîst hatin berterefkirin

Önder Beyter  | 21.05.2018 - Rojanekırın : 21.05.2018
Di hefteyekê da 21 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

ANKARA 

Di operasyonên terorê yên ku li seranserê welat di 14-21ê gulanê da hatin lidarxistin da 21 terorîst hatin berterefkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme va û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va hezar û 388 operasyon hatin lidarxistin.

Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê va 190, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorî DEAŞê ra 35, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 527, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da jî 16 berşik hatin binçavkirin.

Di operasyonên plankirî da 768 ji ber sûcên terorê, 75 jê ji ber koça bêpergal û 3 hezar û 216 jê jî ji ber hişbir û sûcên qaçaxçîtiyê bi tevahî 4 hezar û 59 kes hatin girtin.

Di operasyonên ewlekariya navxweyî da 11 jê kuştî, 8 jê sax û 2 jê jî teslimbûyî bi tevahî 21 terorîst hatin berterefkirin.

Herwiha di operasyonên li Şirnex, Batman, Mêrdîn û Diyarbekirê da 6 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 7 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin jinavbirin.

Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 326 kîlogram madeya teqînê, 63 bombeyên destan, yek jê fuze û 13 jê giran 17 çek û 3 hezar û 100 muhîmatên cur be cur bi dest xistin.

- Operasyonên hişbirê

Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2 hezar û 516 operasyon hatin lidarxistin.

Di operasyonan da tonek û 684 kîlogram esrar, 328 kîlogram eroîn, 2,4 kîlogram kannabinoida sentetîk (bonzaî), 3 kîlogram metamfetamîn, 32 hezar û 682 hebên ectasy, hezar û 355 captagon, 3 hezar û 496 eczayê sentetîk, 536 hezar û 844 serî kirkirk 243 hezar û 93 pakêt cixareya qaçax û 62 ton û 808 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.

- Têkoşîna dijî koça bêpergal

Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî hezar û 69 jê li ser behrê bi tevahî 4 hezar û 564 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 75 kes hatin binçavkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.