01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 02 Nîsan 2017
ANKARA
Di operasyonên dijî koçeriya bêpergal, hişbir û rêxistinên terorê da ku di navbera 27ê Sibat û 27ê Adarê da li seranserê Tirkiyeyê hatin kirin da 10 hezar û 279 gumanbar hatin binçavkirin û ji wan 331 kes hatin girtin. Di operasyonên dijî rêxistinên terorê da jî bi tevahî 161 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Wezareta Karên Navxweyî berhev kir, hêzên ewlehiyê yên li çar aliyê Tirkiyeyê dijî rêxistinên terorê û şebekên sûcê bênavber û bi biryarî operasyonan didomînin.
Di nav mehekê da li dijî PKKya rêxistina terorê 980 operasyon hatin kirin û bi tawanbariya piştgirî û alîkariya rêxistina terorê 2 hezar û 297 gumanbar hatin binçavkirin û ji wan jî 51 kes hatin girtin.
Di çarçoveya têkoşîna bi rêxistinên çepgir da jî 73 gumanbar bi şika rêxistinan ra têkîliya wan hene, hatin binçavkirin.
158 gumanbar bi hinceta DEAŞa rêxistina terorê ra têkîliya wan heye hatin binçavkirin û di têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da jî 4 hezar û 314 bersûc hatin binçavkirin û ji wan 78 kes hatin girtin.
Di operasyonan da 91 mirî, 52 sax û 18 jî teslîmbûyî bi tevahî 161 terorîst hatin berterefkirin.
- Operasyonên dijî hişbirê
Di vê navberê da ji bo berterefkirina çavkaniyên fînansî yên rêxistinên terorî jî 2 hezar û 201 operasyonên hişbirê hatin lidarxistin.
Di van operasyonan da 14 ton û 812 kîlogram esrar, 603 kîlogram eroîn, 20 kîlogram benîştê afyonê, 31 kîlogram kokaîn, 11 milyon û 266 hezar û 71 hebên hişbirê, 46 kîlogram metamfetamîn, 927 hezar û 749 kok kirkirk, 3 kîlogram bonzaî, 5 ton û 692 lître madeya xam a hişbirê, 3 milyon û 829 hezar û 839 cixare û 317 hezar û 593 lître jî sotemeniya qaçax hat qefaltin.
Di operasyonên dijî hişbir û qaçaxcîtiyê da jî 3 hezar û 175 gumanbar hatin binçavkirin û ji wan jî 149 kes hatin girtin.
Di çarçoveya koçeriya bêpergal da jî 10 hezar û 408 penaber hatin qefaltin û ji 262 gumanbarên hat îdiakirin organîzator in 53 ji wan hatin girtin.