Tirkiye

Şevên Hekariyê bi çalakiyên remezanê va şên bûn

Di çarçoveya çalakiyên remezanê ku bi destê Şaredariya Hekariyê hat lidarxistin da muzîk dan guhdarîkirin

İbrahim Atmaca  | 21.05.2018 - Rojanekırın : 22.05.2018
Şevên Hekariyê bi çalakiyên remezanê va şên bûn

Hakkari

HAKKARÎ

Di çarçoveya çalakiyên remezanê ku bi destê Şaredariya Hekariyê hat lidarxistin da muzîk dan guhdarîkirin.

Şaredariya Hekariyê ku Wezareta Karên Navxweyî lê cîgirê şaredar wezîfedar kir, digel xebatên binsazî û ser rûyê erdê, projeyên civakî û çandî jî çêdike.

Şaredariyê seba remezanê li kolana Cumhuriyetê hin çalakiyan li dar dixe.

Di çarçoveya çalakiyan da Koroya Muzîka Gel a Tirk a Rengê Hekariyê derket ser dike.

Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û koroyê bir Tirkî û Kurdî stran gotin.

Digel Walî Cuneyît Orhan Toprak û jina wî Funda Toprakê, Serdozgerê Komarê Mustafa Balik, Alîkarê Walî Mehmet Nurullah Karaman, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Tuxgeneral Ferdî Korkmaz, Midûrê Emniyeta Bajêr Suleyman Suvat Dîlberoglu, Midûrê Xizmeta Ciwanan û Sporê Reşît Guldal jî çalakî temaşe kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.