Tirkiye

"Di girtîgehan da 260 hezar û 144 kes hene"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Di girtîgehan da 260 hezar û 144 kes hene. Jê 202 hezar û 434 ceza xwarine û 57 hezar û 710 kes jî girtî ne."

Nihat Kavşut  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 20.11.2018
"Di girtîgehan da 260 hezar û 144 kes hene"

TBMM

ANKARA

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Di girtîgehan da 260 hezar û 144 kes hene. Jê 202 hezar û 434 ceza xwarine û 57 hezar û 710 kes jî girtî ne."

Gul li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê der barê busçeya 2019an ya Wezareta Edaletê û saziyên darazê da pêşkêşî kir.

Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir di girtîgehan da 260 hezar û 144 kes hene û got jê 202 hezar û 434 ceza xwarine û 57 hezar û 710 kes jî girtî ne.

Abdulhamît Gul diyar kir têkoşîna dijî FETOyê di heman demê da têkoşîna serxwebûn û rûmeta daraza Tirkiyeyê ye û wiha got: "Em ê bi vê têkoşînê rûmeta darazê bilind bikin û baweriya civakê ya bi edaletê zêde bikin."

Wezîrê Edaletê Gul diyar kir ji ber sûcê derbeyê 289 doz hatine vekirin û biryara 220 dozan derketiye û 69 doz jî dewam dikin û wiha dewam kir: "Darizandinên FETOyê li gor hiqûq û rastiyê û li gor rêgezên bingehîn yên hiqûqa navneteweyî bi hewl û fedekariyeke mezin tên kirin."

Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir der barê mijara zarokan da xebata xwe temam kirine û wiha peyivî: "Piştî verastkirin bê kirin êdî ev mijar wezîfeya midûriyetên îcrayê nîne û wê welatî ji ber vê xerc û mesrefên teslîmkirinê nedin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.