Önder Beyter
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
TBMM
Wekilê Koma AK Partiyê Mehmet Muş ragihand ew ê pêşniyaz bikin ku 28 roj perwerdeya bingehîn a di pêşnumaya eskeriya biberdêl da wekî 21 roj were verastkirin.
Muş li Meclisê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir, pêşnumaya ku wekî "eskeriya biberdêl" tê zanînî, dê îro li Komîsyona Plan û Budceyê da were gotûbêjkirin.
Muş di daxuyaniya xwe da destnîşan kir, ew ê pêşniyazî komîsyonê bikin ku 28 roj maweya perwerdeya bingehîn were verastkirin û bibe 21 roj û wiha axivî:
"Tirkiye welatek e ku bi demokrasiyê tê birêvabirin. Li Tirkiyeyê partiyên siyasî hene û ji her deveran parlamenter tên hilbijartin û tên Meclisê. Ez niha li vê derê çi bêjim, dibe ku wekî nerêzî li hemberî parlamenteran were têgihîştin. Em ê pêşniyaza xwe pêşkêş bikin û teqdîr jî ya parlamenterên biqîmet ên Meclisê ne. Di pêvajoya Komîsyon û Lijneya Giştî da biryara dawîn dê ji aliyê parlamenteran va were dayîn."