Nihat Kavşut
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê rewşa aboriyê da diyar kir ji duh va em dibînin rewş ber bi başiyê va diçe û got hêviya me ew e ev rewş ji vir û pê da jî wê dewam bike û wiha dewam kir: "Gorî qinaeta me heger saziyên eleqedar tevdîrên xwe ji vir pê da jî bi cî bînin asayîbûna di aboriya Tirkiyeyê da wê baştir bibe."
Kalin li Kuliyeya Serokomariyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê da axivî.
Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir Tirkiye naxwaze şerekî aboriyê derkeve û got lê heger êrîş bikin wê Tirkiye di ciyê xwe da nesekine.
Kalin der barê rewşa aboriyê da diyar kir ji duh va em dibînin rewş ber bi başiyê va diçe û got hêviya me ew e ev rewş ji vir û pê da jî wê dewam bike û wiha dewam kir: "Gorî qinaeta me heger saziyên eleqedar tevdîrên xwe ji vir pê da jî bi cî bînin asayîbûna di aboriya Tirkiyeyê da wê baştir bibe."
Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir di sala 2018an da 61 kes tevlî rêxistina terorê bûne û got di nav 30 salan da ev jimara herî kêm e.
Kalin der barê rêjeya bêkariyê da wiha peyivî: "Bi taybetî di nav kesên ji 15 salî mezintirin da rêjeya bêkariyê di bin ji sedî 10î da ye. Niha hedefa ji sedî 9,7 bi cî hatiye. Ev jî nîşan dide di aboriyê da îstixdam ber bi başiyê va diçe."
Îbrahîm Kalin destnîşan kir Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro bi Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ra û sibê jî bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ra wê bi têlefonê biaxive.
Kalin balê kişand ser pirsgirêkên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da û wiha axivî: "Hêviya me ew e pirsgirêk demildest bên çareserkirin. Ji bo vê jî divê rêvebiriya Amerîkayê siyanetê nîşanî daraz û mehkemeyên Tirkiyeyê bide."
Îbrahîm Kalin der barê hevdîtinên li Astanayê da wiha peyivî: "Civîna sêyemîn tê plankirin hefteya ewil ya meha Îlonê li Tehranê bê kirin."
Kalin destnîşan kir hêzên PYD/YPGyê ji Minbic û derdora wê vedikişin û got daxwaza me ew e hêzên PYD/YPGyê bi temamî vekişin rojhilatê Feratê.
Berdevkê Serokomariyê Kalin diyar kir Tirkiye welatekî bi tenê mişteriyê F-35an nîne, hevparê projeyê ye û wiha got: "Tirkiye hevpar e û ji aliyan yek e. Hetanî nika li gor berpirsyariyên dikevin ser jî pereyê xwe daye."
Kalin ji bona daxuyaniyên Qesra Sipî yên der barê Brunson da wiha got: "Heger em qala acizeyekê bikin ev acizî jî ji ber berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê çêdibe. Wan (Amerîka) ji bo keşeyekî hemû têkilî anîn asta xilaskirinê, anîn asta windakirina welatekî wekî Tirkiyeyê, di 2 mijarên ewlekariya neteweyî ya acil û meşrû da (PKK û FETO) rêveberiya Amerîkayê ne di heyama Obama da ne jî di heyama Trump da gave berbiçav neavêt."
Îbrahîm Kalin ji bo pirsgirêka di warê aboriyê da û wiha got: "Tirkiye vê pirsgirêkê ji xwe ra dike firsend û gavên tên avêtin jî nîşan didin wê ev pirsgirêk bibe firsend bo Tirkiyeyê."
Berdevkê Serokomariyê Kalin di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Di mijara PKKyê da bi salan e ji me ra dibêjin 'Em di têkoşîna dijî PKKyê da li cem Tirkiyeyê ne. Em îstixbaratê demildest parve dikin, em ê parve bikin jî'. Lêbelê dema li gotin û kirina li qadê mêze dikin mixabin em dibînin ku hevkareyeke merivan tetmîn bike li holê tune."