Tirkiye

Dayîna îkramiyeyên eydê dest pê kir

Ji welatiyan Lîdar Alan: "Ev pere bi kêrî me hat. Em ê bi vî pereyî neviyên xwe şa bikin û ji wan re em ê şirînahiyê bikirin."

Fatih Gazioğlu  | 16.08.2018 - Rojanekırın : 17.08.2018
Dayîna îkramiyeyên eydê dest pê kir

Edirne

EDIRNE 

Dayîne îkramiyeyên eydê ya kesên ji Bag-Kur û SGKyê teqawîd bûne dest pê kir.

Li i EdIrneyê kesên teqawîd serê sibê hatin PTTyê û pereyê xwe hildan.

Ji welatiyan Lîdar Alan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber dayîna pereyê eydê gelekî kêfxweş bûye û hê spêdê hatiye ber deriyê PTTyê. Alan spasiya dewletê kir û wiha got: "Ev pere bi kêrî me hat. Em ê bi vî pereyî neviyên xwe şa bikin û ji wan re em ê şirînahiyê bikirin. Ji vê îkramiyeyê emê bidin hezkiriyên xwe û dilê wan xweş bikin."

Ji welatiyan Şukru Korkmaz jî got ew ê bi vî pereyî ji xwe re qurbanê bikire. Korkmaz got ku ew li ser navê hemû kesên teqawîd bûne spasiya rayedaran dike.

Kesên ku ji Sindoqa Teqawîdbûnê teqawîd bûne jî wê sibê pereyê xwe hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın