Abdullah Tel
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
BİNGÖL
Li Bîngolê çûçika birîndar a başokê ya hatibû dîtin teslîmî Midûriyeta Şaxa Parastina Sirûştê û Parkên Neteweyî hat kirin.
Midûrê Şaxa Parastina Sirûştê û Parkên Neteweyî Aslan Maç diyar kir welatiyekî dibîne ku çûçûka başokê birîndar e û pê digire û tîne.
Maç destnîşan kir ku wan tedawiya ewil a çûçikê kir û wiha pê da çû: "Baytaran mêze kir û dîtin ku baskê wê şikestiye. Ev du roj e li cem me ye û em wê xwedî dikin. Ji ber ku nikare bifire em ê bişînin Navenda Rehabîlîtasyon û Xilaskirina Heywanên Kovî ya Qafqas a li Qersê ye."