13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Cîgirseroka TBMMyê û Parlementera Stenbolê ya HDPyê Pervin Buldanê di çarçoveya doza ku der heqê wê da ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" hatiye vekirin da li Edliyeya Diyarbekirê îfade da.
Buldana ku bona bernameyekê li Diyarbekirê bû, di çarçoveya doza ku Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê ya 1emîn der heqê wê da ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" doz vekir da ji ser Pergala Înformatîk a Deng û Dîmenê (PÎDD) îfade da.
Buldanê piştî îfadeyê ji edliyeyê derket û li derva daxuyanî da rojnamegeran û herwiha got ku wê îfadeyeke dûdirêj neda û wiha xeberda, "Ji ber ku ez hê jî parlementer im û parêzbendiya min didome. Di heman demê da ez Cîgirseroka TBMMyê me."