Haydar Şahin
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2018
YÊMEN
Sara el-Zewqariya berdevka Komîteya Xaça Sor a Navnateweyî ya li Rojhilata Navîn diyar kir ku li Yêenê ji ber krîza mirovahiyê bi milyonan kes birçî radizên.
Zewqariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber krîza mirovahiyê ya 4 sal e li welêt dewam dike bi milyonan welatiyên Yêmenê birçî radikevin.
Zewqariyê destnîşan kir ku li welatê serjimara wê 27 milyon e herî kêm 22 milyon kes hewcedarê alîkariya mirovahiyê ne û piraniya wan di rojê da carekê nan dixwin.
- Rewşa mirovahiyê ya li Yêmenê ji felaketê zêdetir e
Zewqariyê got ku krîza mirovahiyê ya herî mezin a dinyayê li Yêmenê diqewime û wiha pê da çû:
"Rewşa mirovahiyê ya li Yêmenê ji felaketê zêdetir e. Pevçûn li ser xurek, bihayê sotemeniyê, ava vexwarinê û azadiya hereketê tesîreke mezin dihêlin. Welatiyên Yêmenê êdî nikarin teyax bidin ji wî hedî derbas bûn, nikarin li ser piyan bisekinin. Bi milyonan welatiyên Yêmenê birçî radizên.
Zewqariyê bal kişand ku gelek welatî hene ku nikarin xureka rojane û dermanan bistînin, ji bo êş û jana welatiyên Yêmenê bi dawî bikin hewcedarî bi hewlên siyasî yên qewîn hene.