Nûçeyên analîzê

Di heyema Bîden da perspektîfa Rojhilata Navîn a Amerîka û YEyê

Serra Can  | 09.04.2021 - Rojanekırın : 10.04.2021
Di heyema Bîden da perspektîfa Rojhilata Navîn a Amerîka û YEyê

Istanbul

SERRA CAN - Têkiliyên welatên Ewropayê yên bi Çîn û Rûsyayê ra her çiqas gelekî ji yên Amerîkayê cuda bin jî mirov dikare bibêje ku li Rojhilata Navîn di wê meylê da ne ku bi Washîngtonê ra hevpar tevbigerin, heta serokatiyê îstinadî Amerîkayê dikin. Ji hêla din va Amerîka dêhna xwe dide reqabeta bi Çînê ra û ji bo ku berjewendiyên wê yên li Rojhilata Navîn bên parastin pêkan e bê pêşbînîkirin ku bi mitefîqên xwe yên Ewropayî û li Rojhilata Navîn ra parvekirina peywir/maliyetê zêde bike. Lewra heyama Bîden di çarçoveya van herdu dînamîkên ku hevdu temam dikin da dibe bibe sedem ku mitefîqên Amerîkayî û Ewropayî di gelek mijarên der barê Rojhilata Navîn da helwesteke hevpar nîşan bidin.

- Dosyeya Îranê

Di rojeva Rojhilatê Navîn a welatên Ewropayê û Amerîkayê da bêguman mijara herî girîng ew e ku bi Îranê ra ji nû va vegerin ser maseya mizakereyê û peymaneke mayînde pêk bînin. Lewra ya di herdu aliyên deryaya Atlantîkê tê xwestin ew e ku di serî da pêşî lê bigirin ku Îran nebe xwedî çekên nukleer û li herêmê pêşiyê li pêşbaziyeke nukleerê ya muhtemel bigirin. Birêvebiriya Bîden ji ber hesabên siyasî yên navxweyî heta îro mizakereya bi Îranê ra paş xist û ev yek di nav Ewropayiyên ku di nav koma mizakereyê ya nukleerê ya P5+1ê tên temsîlkirin bû sedem ku hêviyên wan bişkên û li Rojhilata Navîn atmosfera xetereyê zêde kir. Koma E3ê ya ku ji Almanya, Fransa û Îngiltereyê pêk tê nirxand ku ji ber destengiya aborî ya li Îranê û hilbijartinên nêz dibin deriyê firsendê yê berdest krîtîk e û di navbera Tehran û Washîngtonê da gelek têkiliyên dîplomatîk danîn. Encama ewil a vê hewldanê ew bû ku aliyên mizakereker ên navneteweyî qebûl kirin ji bo ku vegera li ser peymana nukleerê ya di sala 2015an da hat îmzekirin nîqaşê bikin li Viyanayê bên bal hev (her çiqas nayê pêşbînikirin ku di navbera Amerîka û Îranê da ji bo niha hevdîtinên dualî bên kirin). Bîden xwest ku hem serokatiya xwe ya berdewam hem jî namzediya xwe ya di sala 2024an da biparêze nexwest ku bi Îranê û milîsên ku Îran piştgirî wan e ra bikeve nav pevçûnê yan jî ji aliyê din va nexwest ku Îran bêtir uranyumê dewlemend bike û nêzî çekên nukleerê bibe û ev yek jî bûn sedem ku geşedaneke wiha biqewime. Dibe ku tesîra vê çavdêriyê li serê hebe ku Tehran lihevkirina 2015an da wekî bingeha peymanê ya asgarî dibîne û daxwazên din ên ku rola wê ya herêmî hedef digirin red bike.

Mijareke din a dema derbasî heyama mizakereyê ya nû dibin divê bidin ber çavan jî ev e; ji bo ku pêvajo neyê sabotekirin û peymana bê îmzekirin mayînde bibe li Rojhilata Navîn aşkirina bloka dijberê Îranê ye. Lewra Îsraîlê ku tekane hêza nukleer a herêmê ye di serî da welatên Kendavê di nav fikarê da ne ku heke bi lihevkirina nukleerê mueyideyên dijî Îranê rabin Îran gumrahiya xwe ya aborî zêde bike û li Rojhilata Navîn hêzdartir bibe û ji komên wekîltiya wan dike ra bêtir çavkaniyê veqetîne û van bi awayekî çalaktir biemilîne. Dîsa fikara Îranê ya wekî dê niha bernameya fuzeya balîstîk û rola wê ya herêmî (wekî ku di peymana 2015an da dervayî peymanê hat hiştin) nebe parçeyeke mizakereyê îtirazên van welatên dijberê Îranê xurt dike.

Aliyên Ewropa û Amerîkayê ku heman fikar bi wan ra jî hene lêbelê pêwîstiya peymana nukleerê derdixînin pêş jî ji bo ku mitefîqên xwe yên li herêmê qanî bikin telqînan dikin ku mijarên din ên dibin sedema fikaran piştî ku ev peymana dê bibe destpêka bazariya stratejîk a bi Îranê ra bê kirin dê bên nîqaşkirin. Wek mînak birêvebiriya Bîden her çiqas Hûsiyên li Yêmenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan û tenê ji hêla Îranê va tên naskirin ji kategoriya terorîstê derxistibe jî eşkere kir ku dê piştgiriya hewce bide ewlehiya Erebistana Siûdî û hember "tehdîda Îranê" peyameke temînata ewlehiyê da. Amerîka angajmana li Rojhilata Navîn kêm dike û çavkanî û dêhna xwe daye herêma Asyaya Pasîfîk û di heyameke wiha da dê mezinahiya tehdîdê û têkiliya di navbera pêşaniya polîtîkaya derva ya Washîngtonê da diyar bike ka ev temînat çiqasî rasteqîn e. Di her halê da tê payîn ku birêvebiriya Bîden di mijara parastina mitefîqên xwe yên herêmî û hevsengkirina Îranê da hember hêmanên hêza tund ku di heyama Trump da serî lê didan (wekî sûîqesda Qasim Silêmanî da) bi tevdîr be. Tam jî ji ber hêviyên bi vî rengê û rola Amerîkayê ya li herêmê kêm dibe Îsraîl, welatên Kendavê û Afrîkaya Bakur hember tehdîda Îranê ketin nav pêvajoyeke normalbûnê ya fermî.

Bi kurtasî dibe ku polîtîkayeke Îranê ya transatlantîk bê payîn. Her wiha gotinên Bîden ên di Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ya ku Amerîka cara ewil di asta serokatiyê da hat temsîlkirin da gotin ên wekî "Amerîka paş da vegeriya, îtifaqa transatlantîk paşda vegeriya" li paytextên Ewropayê hêviyên serokatiyê yên ji bo Amerîkayê geş kir. Encama ku dê ji dîplomasiya nukleerê bê bidestxistin bi qasî Rojava gelekî bandorî têkiliyên Îranê yên bi welatên Rojhilata Navîn ra jî bike. Ji bo Ewropayê lihevkirina nukleerê dê meneya ji holê rakirina potansiyela pevçûneke herêmî ya dibe ku pêlên bêîstiqrariyê derxîne holê lê encama mayîna zexta siyasî ya li ser Îranê dernaxîne holê. Bereksê wê dibe bê payîn ku Tehran di polîtîkayên xwe yên herêmî da tewîzan bide û daxwazên di vê çarçoveyê da zêde bibin.

- Normalbûna bi Îsraîlê ra

Normalbûna ku bi peymanên Îbrahîm (Abraham Accords) ra di navbera Îsraîlê û birêvebiriyên Ereb da bi serokatiya Trump hat kirin (gelên din nedan pêş çav) hat pêkanîn ji hêla welatên Ewropayî va hatibû teqdîrkirin. Ev mîrateya Trump a ku dê di heyama Bîden da jî berdewam bike li Ewropayê wekî "nêzbûneke dîrokî ya ku dê li Rojhilata Navîn piştgiriyê bide aştî û îstiqrarê" tê şîrovekirin. Washîngton bi mitefîqên xwe yên Ewropayî ra ji bo ku beşdariya trenda normalbûna bi Îsraîlê ra ya ku wekî momentumeke siyasî dibîne zêde bibe Erebistana Siûdî di serî da dê gelek welatên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê teşwîq bike.

Ev weziyet helbet rewşa Filistîniyan tîne hişê mirov. Normalbûna navborî digel ku ji hêla Filistînê va nayê meneya tu başbûnê rewşa berdest a ku dijî hiqûqa navneteweyî ye jî bêtir konsolîde dike. Di vê çarçoveyê da tê payîn ku birêvebiriya Bîden bereksê Trump normalbûna bi Ereb û misilmanan ra ji mijara Filistînê cuda bigire û hember înîsiyatîfên wekî "Peyman Sedsalê" ya ku Kushnerê zavayê Trump derxist holê û gelê Filîstînê dervayî çarenûsa wî dihêke dûr bisekine. Bîden dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê da pêşniyaz kiribû ku li Qudsa Rojhilat konsolosxaneya Amerîkayê vebike û îhtimal e ku Bîden hin pêngavên sembolîk ên peyama Amerîka û Rojava hebûna Filistînê tune nahesibînin dide biavêje. Di vê çarçoveyê da muhtemel e ku gotinên piralîtiya navneteweyî û sazîbûnê zêde bibin û bi mitefîqên Ewropayî ra ji bo Filistîniyan di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) da hin tiştên erênî yên wekî alîkariya madî û mirovî bên kirin. Her wiha yek ji xebatên ewil ên Bîden ew bû ku alîkariyên ji bo Filistîniyan ên ku Trump rawestandibûn dîsa bidin destpêkirin û ev yek dibe ku wek nîşaneya vê yekê bê dîtin.

Digel vê birêvebiriya Bîden dê berkesê realîteya li sehayê destnîşan bike ku ligel çareseriya du dewletî ye û bi hevkarên xwe yên Ewropayî ra gotina wan bibe yek. Lêbelê wekî ku li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê tê dîtin ji xeynî rexneyên bipîvan ên der barê polîtîkayên Îsraîlê yên ku çareseriya du dewletî ji holê radike dê îtifaqa transatlatîk tesîreke zêde neke. Di vê çarçoveyê da nayê payîn ku polîtîkayên ku di heyama Trump da bê berdêl Îsraîlê xelat kir yên wekî ku Balyozxaneya Amerîkayê kişandin Qudsê paşda neyên vegerandin.

- Têkiliyên bi Kendavê ra

Qeneateke giştî heye ku dê li herêma Kendavê ya ku di stratejiya ewlehiya transatlantîk da xwedî cihekî girîng e hevkarî zêde bibe. Piştî sê sal û nîvê ebluqeya li ser Qeterê hat rakirin, digel vê tê hedefkirin ku Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) hember Îrana tê payîn ku ji pençika mueyideyan xilas bibe dengeyeke xurttir pêk bîne. Îtifaqa transatlantîk bi serokatiya Bîden dibe ku ji bo pêkanîna vê dengeyê û di warê ewlehiyê da bêtir kordînasyon û parvekirina peywirê bê kirin roleke teşwîqker bilîze. Yek ji armancên zêdekirina jimara welatên ku di nav KHKyê da bi Îsraîlê ra normalbûn ew e ku îxtilafên di nav Kendavê da daxin asta herî jêr. Bi awayekî manend dawîlêanîna şerê li yêmenê ya ku Bîden û mitefîqên Ewropayî di dîplomasiya bi Îranê ra da gelekî girîngiyê didinê dê qelşeke mezin a di nav KHKyê da jî dagire. Tê fikirîn ku "yekîtiyeke saf" û îstiqrara ku dê li Kendavê bê bidestxistin dê piştgiriyê bide ewlehiya sînor a Ewropayê û kêrî pêşîlêgirtina pirsgirêkên ku bi taybetî ji Iraq, Sûriye, Lubnan û Lîbyayê digihêje sînorên Ewropayê bê.

Tam jî di vê mijarê da di navbera îtifaqa transatlantîk û welatên Kendavê yên ku ji sala 2011an vir va li Rojhilata Navîn ji bo wan pêşanî ye ku pêşî lê bigirin ku nîzama herêmî dijî statukoyê biguhere da yekîtiya berjewendiyan çêdibe. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî nêzbûna Abu Dabî û Parîsê ye ku hemû cudahî û ferqên xwe paş guh kirin û dijî Îslama siyasal têkoşîneke topyekûn îlan kirin. Di xeta Washîngton, London, Berlîn, Parîs, Abu Dabî û Riyadê da tê payîn ku gotine hevkariya têkoşîna dijî terorê bêtir derkeve pêş. Miqatebûna li reqabeta di navbera Tirkiye û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) da jî bi taybetî ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) dê girîng be. Digel vê çarçoveya herêmî wekî ku suîqesda Kaşikçi derxist holê mijarên der barê siyaseta navxweyî yên welatan da ên wekî îxlala mafên mirovan di têkiliyên dualî da dibe ku roleke duyem bilîzin.

NATOyê di demek nêz da jimara personelên xwe yên li Iraqê ji 500î derxist 4 hezarî û wekî ku ev yek nîşan dide texmînên wekî îtifaqa transatlantîk di heyama pêş me da jî dê li Rojhilata Navîn parvekirina peywir/maliyetê zêde bike xurt dibin. Pêşîlêgirtina bi taybetî li Iraqê ji nû va bicîbûna DEAŞa rêxistina terorê her çiqas wekî hinceta fermî ya zêdekirina jimara personelan hatibe destnîşankirin jî hebûna NATOyê ji bo sînordarkirina bandora siyasî ya Îranê ya ser Iraqê ye jî.

Herî dawîn digel qadên hevkariyê yên ededî yên bi Kendavê ra yên wekî îstiqrara di piyaseyên neftê da, ewlehiya eskerî û ewlehiya rêyên bazirganiyê -ku qezaya di qenala Suweyşê ya çend hefte berê qewimî nîşan da- di heyamên pêş me da dê serenavên nû yên wekî çavkaniyên vejenê yên alternatîf, dijîtalbûn û Mutebaqata Kesk li serê bê zêdekirin.

(Serra Can li ser mijarên têkiliyên Ewropa-Rojhilata Navîn û hiyerarşiya li Rojhilata Navîn dixebite û li Enstîtuya Rojhilata Navîn a Zanîngeha Sakaryayê lêkolîner e)

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.