İbrahim Atmaca
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
HATAY
Ji bo teqwiyeya yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê konvoyeke eskerî ku tank lê barkirî ne, gihîşt Hatayê.
Tirên ku tank lê barkirî ne, ji bajarên cuda hatin şandin û tir gihîştin navçeya Îskenderûnê.

Konvoya eskerî bi tevdîrên ewlehiyê ra ber bi navçeyên ser sînor va hereket kir.
Ji aliyekî din va di çarçoveya peymanên Astanayê yên Artêşa Tirkiyeyê da ji bo baregehên çavdêriyên agirbestê yên li Îdlibê herêmên kêmkirina rageşiyê û ji bo yekîneyên ser xeta sînor sewqa blokên beton dewam dike.
Blokên terikî yên ku giraniya wan 12 ton e û bilindahiya wan 4 mêtre ne, birin ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê û ji wê derê jî bi tiran va şandin yekîneyên ser sînor û baregehên çavdêriyê.