İbrahim Atmaca
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
HATAY
Li Hassaya navçeya Hatayê Ufuk Tutarê 6 salî ku 8 roj berê li quntarê Çiyayên Amanosê winda bûbû, mirî hat dîtin.
Seba Tatarê ku bi malbata xwe ra ji bo ziyeratê çûbû taxa Arpaliuşaxiyê û winda bûbû, xebatên lêgerînê yên komando, cendirmeyên harekata taybet û ekîbên AFADê di roja 8em da jî dewam kirin.
Îro jî xebatan dewam dikir û cesedê Tatar hat dîtin.
Hat gotin ku cesedê Tatar dûrî cihê ku lê winda bûbû, hat dîtin.