Fatih Gazioğlu
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
ADANA
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldanê got ku "Nebêjin 'em ji bendê derbas dibin' û nekevine rehawetê û li malên xwe rûnenin. Bawer bikin ji bo me hê rîska bendê didome."
Buldan li Edeneyê saloneke dawetê beşdarî çalakiya partiya xwe ya jinan bû. Buldanê got ew ev çalakî û organîzasyon ji wan re dibine moraleke mezin û wiha axivî:
"24ê hezîranê nabe 7 hezîran. Ez mizgîniyê didim we. Encamên 24ê hezîran wê ji 7ê hezîranê baştir bibe. Çimkî jinên me, dayîkên me, xwîşkên me hemû bona pêşeroja zarokên xwe ketine rê. Tu kes nikarê pêşiya van bigire, moralan wan nexweş bike. Ji aliyekê din jî nebêjin 'em ji bendê derbas dibin' û nekevine rehawetê û li malên xwe rûnenin. Bawer bikin ji bo me hê rîska bendê didome. Gûhê xwe nedinê wan, ew ê ji bo ku astengiyan derxin tişta ku ji destê wan tê e wê bikin. Hûn heta 24ê hezîranê şev û roj bixebitin."