Önder Beyter
21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 22 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Namzedê Parlamenteriyê yê AK Partiyê yê Diyarbekirê Remzî Çayir der heqê bangewaziya qaşo lîderê rêxistina terorê PKKyê yê li Qendîlê Murat Karayilan a "dengê xwe bidin HDPyê" da wiha got, "Tu rabûyî û ketî bin emrê Qendîlê, tu nikarî siyasteke serbixwe bikî, te wesfê xwe yê nûnertiya gel ji dest daye, lê tu dîsa rabûyî ku deng dixwazî. Gelê Diyarbekirê divê êdî hişyar bibe."
Çayir di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di salên vê axiriyê da bi xêra biryardariya têkoşîna dijî terorê, hêzên ewlekariyê li dervayî welat û li nava welat operasyonên pir serkeftî pêk anîn.
Çayir bal kişand ku li dinyayê dewra siyaseta etnîkî nemaye û wiha got, "Parlamenterên HDPyê hê jî şûna ku nûnertiya gel bikin, telîmatên Qendîlê tînin cih."
Çayir diyar kir, serdemên ku însan li gorî dîn, reng û zimanên xwe dihatin tesnîfkirin, serdemên prîmîtîv bûn û wiha dewam kir:
"Dinyayê terikand, Tirkiye jî diterikîne. Beriya her tiştî divê mirov ji şidetê dûr bikeve û divê mirov şidetê wekî rêbaz qebûl neke. Tu rabûyî û ketî bin emrê Qendîlê, tu nikarî siyasteke serbixwe bikî, te wesfê xwe yê nûnertiya gel ji dest daye, lê tu dîsa rabûyî ku deng dixwazî. Gelê Diyarbekirê divê êdî hişyar bibe."