31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar a Tirkan (TSK) di operasyona Mertalê Feratê da 23 endamên DEAŞa rêxistina terorê berteref kirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê operasyona Mertalê Feratê ya ku di serî da DEAŞ ji bo berterefkirina gef û talûkeya rêxistinên terorê û parastina ewlehiya sînor di 24ê Tebaxê da li bakurê Sûriyeyê dest pê kir, dewam dike.
Hat diyarkirin ku di roja 130yemîn da li El Babê operasyon dewam dike.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da 172 hedefên DEAŞê hatin bombekirin.
- 2 hezar 556 teqemenî hatim îmhe kirin
Li Bab, Suflaniyah, Kabr Al Mukrî, Bzagah, Tadif û Abu Jabbarê 12 awahiyên ku mewziyên DEAŞa rêxistina terorê bûn ji aliyê jetên Fermandariya Hêzên Hewayî hatin îmhekirin.
Di pêvçûnan de 3 mixalif hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn, 23 endamên DEAŞa rêxistina terorê jî hatin kuştin.
Ji serî operasyonê heta niha 2 hezar û 556 teqemeniyên bidestan çêkirî û 42 mayîn hatin îmhekirin.