Sevim Hatun
06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ATÎNA
Daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo ji 8 eskerên piştî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) revîn Yewnanistanê jê 3yan, ji aliyê dadgeha Yewnanistanê ve hat red kirin.
Li dageha temyîzê ya Atînayê, 3 esker tevî parêzerên xwe ve îro dîsa derketin pêşiya dozger û parastina xwe kir.
Li gor biryara dadgehê 3 eskerên derbeker ji ber ku jiyana wan di talûkê de ye, wê radestî Tirkiyeyê neyên kirin. Ji bo eskerên mayîn jî wê sibê rûniştin bê kirin.