Tirkiye

Li Şirnexê êrîşa terorê

Li Silopiya navçeya Şirnexê mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîş kirin û di êrîşê da 2 gundparêz şehîd, 2 gundparêz birîndar bûn

26.09.2018 - Rojanekırın : 26.09.2018
 Li Şirnexê êrîşa terorê

Şırnak

DIYARBAKIR

Li Silopiya navçeya Şirnexê mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîş kirin û di êrîşê da 2 gundparêz şehîd, 2 gundparêz birîndar bûn.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, terorîstên PKKyî li devera çiyayî ya bajaroka Çalişkanê teqemeniya destçêkirî ku berê li ser rê wek defik danîbûn, hat teqandin.

Di êrîşê da gundparêz Halîl Yerboga û Suleyman Tosun şehîd bûn, 2 gundparêz birîndar bûn.

Gundparêzên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya û piştî midaxaleya ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin.

Ji aliyekî din va eqrebayên gundparêzan çûn cihê bûyerê.

Ji bo şehîdan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê otopsî wê were kirin û piştra li Fermandariya Tumena Peyadeyên Bimotor a 23yem merasim wê were kirin.

Cinazeyên du şehîdên din jî wê li Çalişkana bajaroka Silopiya wê werin definkirin.

Hat gotin ku şehîd Tosun birayê Nadir Tosunê Şaredarê AK Partiyî yê Bajaroka Çalişkanê ye.

Li herêmê ji bo girtina terorîstan ji hewa û erdê va operasyon dewam dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın