Ferizat Kaya
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
ANKARA
Li Enqereyê otomobîlek li refujê ket û qulibî. Di qezayê da 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li bûlwara Ataturk Kerîm Ayê bi otomobîla xwe ya bi pileqeya 06 ZAV 83 ber bi Ûlûsê ve diçû, li ber avahiya Dezgeya Rêhewaya Tirk li refujê ket û qulibî. Di qezayê da Kerîm A. û 3 jinên ku nasnameyên wan ne diyar in, birîndar bûn.
Birîndarên ku bi alîkariya welatiyên derdorê ji wesayîtê hatin derxistin, bi ambûlansan rakirin Nexweşxanreya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nimûneyê.
Piştî qezayê nêzî nîv saetî rê ji trafîqê re hat girtin.