Türkan Tosun
27 Tebax 2018•Rojanekirin: 28 Tebax 2018
ANKARA
Emîne Erdogana jina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got di parastina xwezayê de divê mirov hesas bin.
Emîne Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û got tetîl xilas bû, lê cihên geşt û seyranê, daristan û qeraxên behran bi bermayiyên mirovan ve qirêj bûn.
Erdogan bal kişande girîngiya xwezayê û wiha got: "Di parastina xwezayê de divê em zêdetir hesas bin."
Erdogan got mirov divê bermayiyên xwe navêjin xwezayê ku dahatû xweştir bibe.