Gelek wênegirên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin Hîzana navçeya Bedlîsê ya ku mirov dibêje bihişteke veşartî ye û wêneyên cihên dîrokî û xweşikahiyên tebîî kişandin.
Wênegirên ku beşdarî fotosafariya bi navê "Hîzan Her Demsal Xweş e" ya ku ji aliyê Şaredariya Hîzanê ve tê lidarxistin bûn seranserê 3 rojan dîmenên xweşikahiyên veşartî kişandin.
Wênegiran wêneyên xaniyên kevirîn ên ku bi tebîeta rengareng re bûye yek, cihên dîrokî û xweşikahiyên suriştî kişandin.
- "Mirovê dibêje qey ji Hîzanê ronahî belavî Tirkiyeyê bû"
Qaymeqamê Hîzanê û Cîgirê Şaredar Bulent Hamîtoglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeyê 10 tax, 75 gund û 35 hezar nifûs heye û got ku Hîzan seranserê dîrokê yek ji niştecihên herî girîng ên Herêma Anadoluya Rojhilat bûye.
Hamîtoglu qal kir ku navçe herwiha warê ilm û îrfanê ye û lê gelek medrese û kulliye hene û wiha axivî:
"Ji navçeyê gelek alim û zanyar derketine. Li navçeya me hê jî ev nirx hene. Mirov dikare bibêje ku Hîzan ronahî daye Tirkiyeyê. Ev axên ku kesên wekî Ustad Bedîuzeman Seîdê Nûrsî û Xewsê Hîzanê jê derketine mixabin ku ev 10 sal bûn ku bi terorê dihat bibîranîn. Ji roja ku ez tayînê vir bûm pê ve tekane armanca me ew bû ku em rûyê rastîn ê Hîzanê nîşan bidin. 29 cotmehê ji bo me bû destpêkek. Me çalakiya fotosafarî li dar xist. Me xwest ku em li navend, çolwar û gundên Hîzanê wêneyên xweşikahiyan bikişînin."
- "Li herêmê teror hema bêje nema"
Bulent Hamîtoglu got ku teror karê dewletê ye, operasyonên esker, polês û gundparêzan bênavber berdewam in û destnîşan kir ku di têkoşîna dijî terorê de serkeftinên mezin bi dest xistin.
Hamîtoglu got ku "Li herêmê teror hat asta xilasbûnê. Emê êdî terorê ji rojeva ciwan û zarokan bi temamî derxînin. Li vê herêmê dê tu kes der heqê terorê de neaxive."
- "Surişta Hîzanê me dibe rabirdûyê"
Musa Mutluyê ku ji Meletiyê beşdarî pêşbaziyê bû diyar kir ku teqawîd e û ji bo ku demên xwe yên vala binirxîne wêneyan dikişîne.
Mutlu da zanîn ku heta îro li gelek bajêran beşdarî pêşbaziyan bû û xelat wergirtin û wiha axivî: "Ji ber ku surişta wê û bajêr bala min kişandin ez du salan beriya niha jî hatibûm vir. Min biryar da ku beşdarî vê pêşbaziyê bibim. Ez dîsa dixwazim ku bêm vir. Surişta wê gelekî xweşik e. Navçeyeke wisa ye ku tebîeta wê bêhemta ye. Tebîeta Hîzanê me dibe rabirdûyê. Hema hema hemû gundên me yên di rabirdûyê de wekî vê ne. Înşellah bi avahiyan tebîeta vir xira nekin. Em li gundan rastî gelekî eleqeyê hatin. Mirovên me yên mêvanperwer em gelekî baş ezimandin."