Nihat Kavşut
05 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Em dixwazin hemû guherînên ji bo pergala teze ya di hilbijartinên 2019an da wê bikevin rewacê li Meclisê bi beşdariya hemû partiyên siyasî û bi hevdîtin û nirxandinên berfireh bên kirin. Me berê jî banga xwe kiribû û em cardin dubare dikin; bi boykot û beşnedarbûnê encam dernakeve. Welatî ji dûr va teqîb dikin û dema roj hat jî bersiva hewce dike didin."
Serokwezîr Yildirim ji bona daxuyaniya Deniz Baykal a der barê Abdullah Gul da wiha got: "Kesên kampanyaya 'na'yê meşandin bawer dikim êdî qane bûne 'erê' derketiye. Niha jî li ser namzedê 'na'yê xeber didin û meqaman parve dikin. Ev geşedaneke baş e. Lê bi lezûbez hewldanên ji bona namzediyê li dijî gel bêhurmetî ye û him jî li gor demokrasiyê nîne kesek rabe û meqamekê îkramî kesekî bike."