Türkan Tosun
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
ANKARA
Warêlê nefta brentê li piyaseyên navneteweyî bi 74,78 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta brent duh bi 75,78 dolarî dest bi rojê kiribû û îro jî 74,75 dolarî dest bi rojê kir. Warêlê nefta brent îro serê sibê ji saet 09.07an pê va jî qismî zêde bû û bû 74,78 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 68,26 dolarî hat firotin.
Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Rîck Perry got biryara di navbera Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) û welatên dervayî OPECê ya ji bo ku hilberîna nefta xam bila milyon warêlek bê zêdekirin jî di piyasaya kurewî de biha kêm nekir.
Ji hêla din Wezîrê Vejenê yê Venezuelayê Manuel Quevedo got Venezuela wê kotaya OPECê ya ku ji bo wê hatiye veqetandin tije bike. Quevedo got hêza wan heye ku rojê milyonek û 970 hezar warêl neftê derxin.
Amîn Nasserê Rêvebirê şirketa Saudî Aramcoyê jî got şirketa wan rojê 2 milyon warêl neftê derdixe, heke di nefta kurewî de kêmasiyek çêbibe ew dîsa jî dikarin vê kêmasiyê tedarik bikin.