09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
ANKARA
Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di êrîşa hewayî ya li ser herêmên Tell Elî, Tell El Hewa û Wuqufê da 4 hedefên DAEŞa rêxistina terorê îmhe kirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku di saet navbera 09.34-09.44an da operasyona hewayî birin ser herêmên Tell Elî, Tell El Hewa û Wuqufê.
Di operasyonê da 4 hedefên sabit ên DAEŞê bi bombebarandinê va hatin îmhekirin û balafirên tevlî hereketê bûn bê pirsgirêk vegeriyan baregehên xwe.