11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
KARS
Tendûrên li Qersê ji bo qazên ku ji cotmehê virda bi tenê ceh dixwin û bi berfa ku barî va tehma goştê wan zêde bû hatin dadan. Heywandarên ku qazan xweyî dikin ji bo qazên ku serjê kirin bi tûrîstên xwemalî û biyanî bidin xwarin dest bi xebatan kirin.
Li Qersê qazên ku hawînê tên bêsûkirin piştî ku berfê dixwin goştê wan bez digre û tehma wê zêde dibe, van rojan ji bo pêjandina goştê qazên ku hatin serjêkirin tendûr hatin amadekirin.
Nermîn Aydogana ku li Qerehemzeya gundê Sêlima navçeya Qersê bêsûvaniya qazan dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dest bi amadehiya pijandina goştê qazên Qersê kirin û wiha pê da çû:
"Goştê qazan xwarineke sereke ya Qersê ye û tûrîstên xwemalî û biyanî jî eleqeyeke mezin nîşan didin. Cûcikên ku di meha adarê da ji hêkan derketin, di vê heyamê da tên serjêkirin. Qazên ku tehma goştê wan herî xweş e li vê herêmê ne. Em qazên ku serjê dikin dirûçikînin û paqij dikin. Li ser tendûrê pirça ku dimîne dikizirînin. Piştî ku paqij dikin xwê dikin û hişk dikin. Em ji mezinên xwe hîn bûn û 40 sal in vî karî dikin."
Nevîn Akbabaya ku qazan xwedî dike destnîşan kir ku piştî serjêkirina qazan 2-3 rojan em li ser tendûrê amadehiyan dikin.
Akbabayê diyar kir ku ji bo qaz xurt bibin li ser hev herî kêm mehekê bi ceh xwedî dikin û wiha pê da çû: "Qazên em şerjê dikin û ji bo ku hazir bikin herî kêm 2-3 rojên me li ber tenûrê derbas dibin. Dema qelî be em wê demê bi qasî heftekî zêde dixebitin. Em yekoyeko 5-6 caran dişon, 3-4 roj di xwêy da dihêlin paşê derdixin û li ber tavê ew ziwa dibin êdî goştê qazan ji bo xwarinê amade ye."
Akbabayê got ku heba qazê li gor giraniyê di navbera 120 û 140 lireyî da difiroşin.