İbrahim Atmaca
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
ANKARA
Ji bo salvegera 98em a vekirina Meclisê û 23ê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan Lijneya Giştî ya Meclisê bi mijara taybet va wê bicive. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku hevdîtinên Lijneya Giştî temaşe bike, çû Meclisê.
Cîgirserokê Meclisê Ahmet Aydin Erdogan li Meclisê bi merasima fermî va pêşwazî kir.
Erdogan silav da qiataya merasimê û Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman Erdogan li ber Deriyê Rûmetê pêşwazî kir. Erdogan paşê derbasî locaya ku di Lijneya Giştî da ji bona wî hatibû veqetandin bû.