13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Li Rihayê Mustafa Bayramê Şaredarê Xelfetiyê yê DBPyî yê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatibû binçavkirin jî di nav de 11 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin miameleyên Bayram û 16 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê kirin de di 2yê kanûna pêşîn de ji aliyê ekîbên polêsan ve hatin binçavkirin ên li dadgehê hatin temamkirin.
Bayram û ji bersûcan 10 kes ji aliyê dadgehê ve ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin. 6 bersûcên din jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.