15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
ISTANBUL / SAINT-ETIENNE
Grûba Fê ya Şampiyonaya Futbola Ewropayê ya 2016an (EURO 2016) di dawiyên misabeqeyên ewil da Mecaristan bû lîder.
Mecaristan li himber Awustiryayê bi golên Szalai û Stieber 2-0 bû xalib û 3 puan sitendin û li ser kursiyê lidertiyê rûnişt.
Herwiha di duyemîn misabeqeya ku Portugal û Îzlandayê dileyist da bi herdu golên Nani û Birkir Bjarnason misabeqe 1-1 ma.
Piştî misabeqeyên Grûba Fê rewşa Pûanan wiha ye:
| Taxım | Leyistî | Xalib | Wekhev | Mexlûb | Avêt | Xwar | Aver. | Pû. |
|---|
| 1 | Macaristan | 1 | 1 | 0 | 0 | 2 | 0 | 2 | 3 |
|---|
| 2 | Îzlanda | 1 | 0 | 1 | 0 | 1 | 1 | 0 | 1 |
|---|
| 3 | Portugal | 1 | 0 | 1 | 0 | 1 | 1 | 0 | 1 |
|---|
| 4 | Awustirya | 1 | 0 | 0 | 1 | 0 | 2 | -2 | 0
|
|---|
Di pêşbirka ku Cuneyt Çakir bi rê va bir da Naniyê ji Fenerbahçeyê yê ku formaya Portugalê li xwe kir, di dîroka tûrnuvayê da gola 600emîn avêt
Di Grûba Fê ya Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2016an (EURO 2016) da pêşbirka Portugal û Îzlandayê 1-1 kuta bû.
Stat: Geoffroy Guichard
Hakem: Cuneyt Çakir, Bahattin Duran, Tarik Ongun (Tirkiye)
Portugal: Patricio, Vieirinha, Carvalho, Pepe, Guerreiro, Mario (Dq. 76 Quaresma), Danilo, Gomes (Dq. 84 Eder), Moutinho (Dq. 71 Sanches), Nani, Ronaldo
Îzlanda: Halldorsson, Saevarsson, Ragnar Sigurdsson, Arnason, Skulason, Gunnarsson, Gylfi Sigurdsson, Gudmundsson (Dq. 90 Elmar Bjarnason), Birkir Bjarnason, Sigthorsson (Dq. 81 Finnbogason), Bodvarsson
Gol: Dq. 31 Nanî (Portugal), Dq. 50 Birkir Bjarnason (Îzlanda)
Qartên Zer: Dq. 55 Birkir Bjarnason, Dq. 90+4 Finnbogason (Îzlanda)
Di pêşbirka ku Cuneyt Çakir bi rê va bir da Naniyê ji Fenerbahçeyê di nava 11ên tîma Portekîzê da derket sehayê. Tîma hemberî Portugalê jî Îzlanda ye ku wekî cara yekemîn di Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê da cî digire.
Nanî di deqeya 31emîn da gol avêt û kir ku Portugal dewreya yekê 1-0 temam bike.
Îzlandayê jî di deqeya 50yemîn da bi gola Birkir Bjarnason va skor kir 1-1.
Herwisa di dewreya duyemîn da lîstikvanê basikan ê Beşîktaşê Quaresma di deqeya 76emîn da di tîma Portugalê da ket pêşbirkê, lê Portugalê ji êrîşên ji vê deqeyê şûnda jî tu encam wernegirt û pêşbirk 1-1 bidawî bû.
Lîstikvanê forwetê yê Fenerbahçeyê yê ji Portugalê Luis Nanî di dîroka Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê da gola 600emîn avêt.