11 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî di şûna 28 şaredarên ku di çarçoveya jêpirsîn û lêpirsînên ji ber sedema alîkarî dane PKK-KCK û FETOyê ji kar hatibûn dûrxistin da bi erka biryarnameya di hukmê qanûnê da di şûna wan şaredaran da 28 kes peywirdar kir. Ew kesên hatin wezîfedarkirin jî îro serê sibehê di saet 09.00an da dest bi kar kirin.
Der heqê mijarê da wezaretê daxuyanî da û ragihand ku 24 serokên şaredariyê yên ji ber piştgiriya dan PKK-KCK û 4 serokên şaradaran jî ji ber piştgirî û alîkarî dan FETOyê berê ji wezîfeyên xwe hatibûn dûrxistin û di şûna wan da jî 28 kes hatin peywîrdarkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin ku şaredarên 2 bajar, 24 navçe û 2 bajarokan ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Kesên ku ji bo serokatiya şaredariyê hatin wezîfedarkirin û karên ku dikirin ev in:
1 - Ji bo Şaredariya Bajarê Batmanê Ertugrul Şevket Aksoy (Alîkarê Walî)
2 - Ji bo Şaredariya Bajarê Hekariyê Cuneyt Epçîm (Alîkarê Walî)
3 - Ji bo Şaredariya Pozantiya navçeya Edeneyê Mahmut Samî Baysal
4 - Ji bo Şaredariya Diyadîna navçeya Agiriyê Mekan Çevîren (Qeymeqam)
5 - Ji bo Şaredariya Beşîriya navçeya Batmanê Mustafa Maslak (Qeymeqam)
6 - Ji bo Şaredariya Gercuşa navçeya Batmanê Unal Koç (Qeymeqam)
7 - Ji bo Şaredariya Silvana navçeya Diyarbekirê Murat Kutuk (Qeymeqam)
8 - Ji bo Şaredariya Sûr a navçeya Diyarbekirê Bilal Ozkan (Alîkarê Walî)
9 - Ji bo Şaredariya Aşkaleya navçeya Erziromê Şenol Polat
10 - Ji bo Şaredariya Xinisa navçeya Erziromê Bulent Ay (Qeymeqam)
11 - Ji bo Şaredariya Çamoluka navçeya Giresunê Musa Varici
12 - Ji bo Şaredariya Tuzlucaya navçeya Îdirê Îbrahîm Cîvalek (Qeymeqam)
13 - Ji bo Şaredariya Ilgina navçeya Konyayê Mehmet Karahan
14 - Ji bo Şaredariya Dargêçita navçeya Mêrdînê Yaşar Yeşiltaş (Qeymeqam)
15 - Ji bo Şaredariya Dêrika navçeya Mêrdînê Muhammed Fatîh Safîturk (Qeymeqam)
16 - Ji bo Şaredariya Mazîdaga navçeya Mêrdînê Halît Benek (Qeymeqam)
17 - Ji bo Şaredariya Nisêbîna navçeya Mêrdînê Ergun Baysal (Qeymeqam)
18 - Ji bo Şaredariya Bulanika navçeya Muşê Omer Şahîn (Qeymeqam)
19 - Ji bo Şaredariya Erûha navçeya Sêrtê Murtaza Dayanç (Qeymeqam)
20 - Ji bo Şaredariya Sirûca navçeya Şanliurfa Tarık Açıkgöz (Alîkarê Walî)
21 - Ji bo Şaredariya Cizîra navçeya Şirnexê Ahmet Adanur (Qeymeqam)
22 - Ji bo Şaredariya Silopiya navçeya Şirnexê Savaş Konak (Qeymeqam)
23 - Ji bo Şaredariya Edremîta navçeya Wanê Îbrahîm Ozkan (Alîkarê Walî)
24 - Ji bo Şaredariya Ercîşa navçeya Wanê Mehmet Şîrîn Yaşar (Qeymeqam)
25 - Ji bo Şaredariya Îpekyoluya navçeya Wanê Onder Can (Alîkarê Walî)
26 - Ji bo Şaredariya Ozalpa navçeya Wanê Serdar Karal (Qeymeqam)
27 - Ji bo Şaredariya Bajaroka Îkîkopru ya li ser Beşîriya navçeya Batmanê Mustafa Maslak (Qeymeqam)
28 - Ji bo Şaredariya Bajaroka Hoşhabera li ser navenda Îdirê ye jî Bilgehan Karanfil (Alîkarê Walî) hatin wezîfedarkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan di nav 28 serokên şaredarên ji wezîfeyê hatin hildan sê jê ji AK Partiyê û yek jî ji MHPê hatin hilbijartin.