Elif Orhan
11 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Heyeta AK Partiyê ya ku Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê yê ku ji Têkiliyên Derve Berpirsyar e Mehdî Eker jî di nav de ye piştî têkiliyên xwe yên li Washingtona paytextê DYAyê yên der heqê îadekirina Gulen de vegeriya Tirkiyeyê. Eker di vegerê de di civîna çapemeniyê ya ku li Hêwana VIPê ya Balafirgeha Ataturkê hat kirin de axivî û got ku bi heyeta AK Partiyê re li Kongreya Yekbûyî ya Amerîkayê de ji 20î zêdetir endamên kongreyê re hevdîtin kirin.
Eker qal kir ku bi saziyên civakî yên sivîl, saziyên ramanê, şaxên weşanê yên cur bi cur, bi hin rîspî û welatiyên Komara Tirkiyeyê yên li Amerîkayê re hevdîtin kirin û wiha axivî: "Armanca me ew e ku bi taybetî di pêvajoya 15ê temûzê de qala teza Tirkiyeyê bikin. Me înfiala ku teşebûsa derbeyê ya xaîn a ku Tirkiye rû bi rû ma derxist holê û hêviyên ji vir, di nav hiqûqê de qise kir. Me bi taybetî bi endamên senatoyê re hem bi yên ji Partiya Komarparêz hem jî bi endamên Meclisa Nûneran ên ji Partiya Demokrat re hevdîtinên gelekî erênî û berhedar kirin."
Eker bi bîr xist ku berê nija jî bi serokatiya Taha Ozhanê Serokê Komîsyona Karên Derve ya TBMMyê heyetek bi parlementerên CHP û MHPyê re çû DYAyê û wiha axivî: "Dê pişt re jî ziyaretên wiha çêbin. FETO beriya 15ê tîrmehê de ji bo ku operasyona nêrînê bike û di platforma navneteweyî de Tirkiyeyê qels bike, ji bo ku tezên Tirkiyeyê têk bibe bi awayekî gelekî profesyonel, bi saya şirketên lobiyê wir (DYA) xebatên raya giştî kiriye. Em vê dizanin. Me di hevdîtinên xwe de jî tesîra vê yekê dît."
Eker da zanîn ji roja ku kongre vebû vir ve li DYAyê bûn û wiha axivî:
"Bi taybetî kongre vebû venebû. Ji ber ku di meha tebaxê de kongre nedixebitiya. Sedema demildest çûna me ew bû. Dema vebe venebe em wir bin û çiqas bikarin bi ew qas senator û endamên Meclisa Nûneran re hevdîtin bikin. Armanca me ew bû ku em qala tezên xwe bikin. Me înfiala ku teşebûsa derbeyê ya xaîn di nav gelê me derxist destnîşan kir û me destnîşan kir ku di encama vê yekê de divê FETO û serokê FETOyê yê ku li Pensîlvanyayê ye îadeyê Tirkiyeyê bikin û divê bi awayekî adil bê darizandin. Di pêvajoya nji niha pê ve de jî dê ev hewldanên me berdewam bikin."
- Îmhekirina teqemeniya ku li goristana malbatê hatibû veşartin
Eker bersiva pirsekî der heqê îmhekirina teqemeniya ku li Bismîla navçeya Diyarbekirê nêzî goristana malbatê hatibû veşartin de, da.
Eker qal kir dema ku ji balafirê peya bû bi Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy re li ser telefonê axivî û got ku her eyd bênavber roja erefê diçe qebristana ku gora diya wî, kekê wî, mamê wî û bavê wî lê ye.
Eker da zanîn ku di sibê jî biçe qebristanê û ev yek tê zanîn.
Eker got ku "Ez wê ziyaretê eydê her sal Xwedê emir bide dikim. Bi îzna Xwedê ez ê ji niha pê ve jî bikim" û wiha axivî:
"Li Diyarbekirê ez her eyd bênavber roja erefê diçim qebristana ku gora diya min, kekê min, mamê min û bavê min lê ye, ez ê sibê jî biçûma, min wisa plan kiribû û lewra ev yek jî dihat zanîn. Di navbera gora diya min û kekê min li cihê ku mirov tam lê rûdinê û Fatiheyê dixwîne 8 heb bombeyên bidestçêkirî yên ku di nab tupên 12 kîlogramî de hatine bicîkirn, bi kabloyên wan, mekanîzmayên wan re hatin tespîtkirin. Her wiha her yek ji 200 kîloyê 400 kîlo jî li rêya ku tê wir veşartine. Planeke xaîn. Ez her erefe diçim wir. Ez eyda dawî jî çûm wir. Berê niha jî her dem çûm. Ango ji wextê ku ez xwe dizanim nizanim heke li Tirkiyeyê bim, derfeta min a çûnê hebe ez her dem çûme, ez ê ji niha pê ve jî biçim. Ev yek tişteke veşartî nîne. Dema ku ez diçim herî kêm li gel min 100 kes jî hene. Ango wir hem ji eqrebayên min, hem ji hevalên me yên ji pariyyê hem jî ji dostên me gelek kes bi me re ne."
Eker got ku rêxistina terorê wir teşebûseke wehşî ya hov kir. Eker bal kişand ku armanc diyar e û hatiye plankirin ku di cejnê de çalakiyeke mezin bikin û wiha axivî: "Ji şexsê min an jî ji endamên malbata min bêtir bi sedan kesên wir hatine hedefgirtin. Waliyê me dîmenên vîdeoyê şandine.. Ango 25-30 santîm dûrî gorê li dora mermerê hatiye bi cî kirin."
Eker diyar kir ku ji ber îxtimala hatina ambûlansê yan jî rewşeke din jî du mekanîzmayên din ên ji bo teqînê amade li rêya ku diçin goristanê dibin yek.