12 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Mehmet Ocalanê birayê Abdullah Ocalanê serokê rêxistina terorê yê ku duh li Girtîgeha Îmraliyê pê re hevdîtin kir got ku "Rewşa tenduristiya wî gelekî baş e."
Ji ber Cejna Qurbanê destûra hevdîtina rû bi rû dan serokê PKKya rêxistina terorê ya ku li Girtîgeha Îmraliyê ya ku Ewlehiya wê Zêde ye û di çarçoveya vê destûrê de Mehmet Ocalan duh birayê xwe ziyaret kir. Mehmet Ocalan li avahiya bajêr a DBPyê daxuyaniyek da û da zanîn ku ji aliyê rewşa tenduristiyê ve tu pirsgirêkên fizikî yên Abdullah Ocalan tune.
Ocalan der heqê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de got ku "Rewşa tenduristiya wî baş e."
Ocalan der heqê hevdîtina xwe ya bi kekê xwe re de agahî dan û wiha axivî: "Wir sê heval hebûn. Kekê min wiha axivî; 'Em bi wan re dixebitin. Rewşa me wekî berê berdewam dike. Em bi wan hevalan re car bi car têkilî datînin. Pirsgirêk tune. Projeyên me hene. Heke dewlet ji bo van projeyan amade be em dikarin ku van projeyan di nav 6 mehan de xilas bikin."
Mehmet Ocalan da zanîn kekê wî gotiye ku "Em dikarin ku vê pirsgirêkê di nav 6 mehan de xilas bikin. Ev şereke kor e. Saziyên demokratîk, rewşenbîr, demokrat, partiyên siyasî û her kesên ku bi mirovahî difikirin li bendê ne ku ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin."
Di vê navberê de hat diyarkirin ku "Grêva Birçîbûnê" ya ku komekî bi îdiaya der heqê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalanê serokê PKKya rêxistina terorê de tu agahî nayê sitandibûn di 5ê îlonê de li Diyarbekirê dabûn destpêkirin piştî ziyareta malbata wî hat xilaskirin.