12 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê îro dê li 4 kolanên taxakî, ya li tevahiya taxekî û kolanekî li herêma ku lê operasyon temambûn xilas bibe.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku li taxên navçeyê yên wekî Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê di xebatên ji bo pêkanîna nîzama kamûyê, rakirina bergiriyên ku mensûbên rêxistina terorê li nav bajêr danîbûn, tijîkirina çalan û îmhakirina mekanîzmayên bibombe de ewlehiya can û malê welatiyan bixin bin temînatê di 11ê kanûna pêşîn a 2015an roja înê ji saet 16.00an pê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyona ku hêzên ewlehiyê dikir xilas bû û wiha hat gotin:
"Ji ber ku herêmê ji mensûbên rêxistina terorê hat paqijkirin, bergirî hatin rakirin, çal hatin tijîkirin, teqemeniyên ku hatibûn veşartin hatin îmhakirin û nîzama kamûyê û ewlehî dîsa hat pêkanîn li temamiya Kolana Gaziyê, temamiya Taxa Cevatpaşayê, kolanên Marangoz, Mîras, Suleyman Nazîf û Varolê yên ku li taxa Dabanogluyê ne qedexeya derketina derve ji 13ê adara 2016an roja yekşemê saet 08.00ê pê ve hat rakirin. Li taxên me yên din ji ber ku ji bo îmhakirina teqemeniyên veşartî yên muxtemel û ji bo ku qada navborî ji aliyê gel ve bi hêsanî bê bikaranîn xebatên lêgerîn û lêkolînê berdewam dikin dê qedexeya derketina derve demek din berdewam bike û biryara der barê rakirina qedexeyê de dê pişt re bê ragihandin."
Di daxuyaniyê de ji ber ku bi hesasiyeteke mezin vê bergiriya ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan hat sitandin, spasiya welatiyan dikin.