20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
ANKARA
Tunela Avrasyayê ku parzemîna Asya û Ewropayê ji binê zemîna deryayê bi rêbejayê va digehîne hevdu, bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û gelek mêvanên biyanî va hat vekirin.
Tunelê ji kêşeya pevguhastinê ya Stenbolê ra bibe çareseriyeke mayînde û herwiha bi vekirina tunelê va mesafeya herdu peravên Stenbolê dê bibe 15 deqîqe.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê berhev kir, Tunela Avrasyayê bi beşdariya Serokomar Erdogan, Serokwezîr Yildirim, tevî serokomar, serokwezîr, wezîr û balyozan gelek mêvanên biyanî va bi merasîmeke qelebalix va hat vekirin.

Îhaleya projeya ku wekî birayê Marmarayê tê nirxandin di 12ê Hezîrana 2007an da ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Veberhênanên Binesaziyê ya Wezareta Ragihandin Pevguhastin û Behrevaniyê va hatibû kirin. Tunela Avrasyayê dê maweya seyahata di navbera Kazliçeşme û Goztepeyê da gelekî kêm bike.
Tunêla Avrasyayê ji 5,4 kîlometre ya ku bi teknîkên taybet va di binê behrê da hatiye çêkirin, rêyên girêdayî jî bi teknîkên din hatine avakirin ûji qatî pêk tê.Li aliyên Asya û Ewropayê bi tevahî 9,2 kîlometre rê jî hat firehkirin û nûjenkirin. Rêyên di navbera Sarayburnu-Kazliçêşmeyê û Harem-Goztepeyê hatin firehkirin, xaçerê û peyarê hatin çêkirin.
Tunêla Avrasyayê ya di navbera Kazliçême-Goztepeyê da ew ê dema rêwîtiyê kêm bike. Rêya navbera Asya-Ewropayê ya ku qasî 100 deqîqeyî dikişîne ew ê dakeve 15 deqîqeyan.
-Ew ê di tesîra erdhej û tsunamiyê da nemîne
Tunêlê 24 saetan ji çûyîn û hatinê ra vekirî be. Tunêl bi teknîkeke pêşketî hatiye çêkirin ji ber vê jî ew ê di tesîra erdhej û tsunamiyê da nemîne. Ji ber ku bi vê teknîkê hatiye çêkirin di demên ewlehiya da wek parastgehê jî tê bikaranîn. Tunêl bi îşiqeke modern tê ronîkirin, bê hewa namîne, xwedî tesîsîên agirkujiyê ye, di şewatê da agir pê nakeve û di tunêlê da her 600 metreyî da şirîteke ewlehiyê heye.
Di tunelê da wê qamera hebin û bi van 7 roj û 24 saet wê tunel bê şopandin. Pergalên bûyer hîskirin, xeber û îxbarê wê hebin. Di tunela ku bi binesaziya teknolojiya bilind wê lez bê kontrolkirin.
Taybetiyên wek bi teknîkên modern ronîkirin, hewadarkirina biqapasîte, tunela du qatî wê gelek bi kêrî konfora ajotinê bê. Di Tunela Awrasyayê da dema mij, cemed, berf û baran hebe jî wê çûn û hatin hebe lewra bi pergaleke ku rastî astengiyên wiha neyê hatiye avakirin.

Di tunelê da herî zêde wesayît wê bikaribin bi leza 70 kîlomtreyî herin, heqê derbasbûna di tunelê da ji bo tirimbêlan 4 dolar +KDV, ji bo mînîbusan 6 dolar+KDVya ku bi lire çiqas bigire wê bê dayîn. Di herdu aliyên tunelê da jî derbasbûn wê bi pere be û ew pere jî ji ser Pergala Derbasbûna Zû (HGS) û Pergala Derbasbûna Otomotîk (OGS) wê bê tehsîlkirin.
Heqê xebitandinê heta 25 sal û 4 mehan wê di destê ATAŞê da be û paşê ew heq wê dewqî dewletê bê kirin.