Fatih Gazioğlu
2018 ж. 06 маусым•Rojanekirin: 2018 ж. 07 маусым
VAN
Li Wanê du xwendekarên dibistana navîn, bi ava Gola Wanê, qalikên hêk û dendikan mecûna diranan çêkir.
Projeya xwendekaran di pêşbaziya TUBÎTAKê da xelat hilda û bû projeya herî baş a seyemîn.
Şeyda Oner û Rojîn Yigrap li navçeya Edremîtê dijîn û diçin pola 8emîn a Dibistana Navîn a Ertugrul Gaziyê.
Li gor agahiyan Şeyda û Rojînê li ser înternetê lêkolînek kir û dîtin ku qalikên hêk û dendikan bakteriyên li ser diranan paqij dikin. Xwendekaran li ser vê agahiyê dest bi xebata projeyê kir.
Xwendekaran paşê qalikên dendik û hekan û ava Gola Wanê têk ve dan û mecûna diranan çêkirin.
Xwendekar bi vê projeyê beşdarî pêşbaziyê bûn û di fînala Tirkiyeyê ya Saziya Lêkolîna Teknolojîk û Zanistê yê Tirkiyeyê (TUBÎTAK) da xelat hildan. Xebata wan bû projeya herî baş a seyemîn a pêşbaziyê.
- "Di nav de tu madeyên kîmyayî nînin"
Ji xwendekaran Şeyda Onerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan li ser daxwaza mamosteyan li ser înternetê lêkolînek kir. Onerê got wan di encama lêkolînê de dîtin ku qalikên dendik û hêkan diranan paqijdikin û li ser vê agahiyê dest bi xebatê kirin û wiha pêde çû: "Paşê min digel hevla xwe li ser madeyên kêrî diranan tên lêkolîn kir. Me di lêkolîna xwe de dît ku qalikê hekan kêrhatî ye. Me jî got ev made wê bikêrî diranan jî bê û me din projeya xwe da bikaranî. Di ava Gola Wanê de jî hin bîleşîmên hîdrokarbonê hebûn. Bi kêrî paqijiyê dihatin. Me ew jî kirin nav û mecûna diranan çêkir."
Rojîn Yigrabê jî got ku di mecûna wan de tu madeyên kîmyayî tune ne û wiha axivî: "Mecûna me ji madeyên ku ji nû ve tên bikaranîn hatiye çêkirin. Taybetiya herî girîng vê macûnê ev e."