19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
ANKARA
Parlementerê Îdirê yê HDPyê Mehmet Emîn Adiyaman li Îdirê ji ber îdiaya "kirina propagandaya rêxistina terorê PKKyê" tê darizandin û di çarçoveya dozê da der heqê wî da biryara desteserkirina bi zorê hat derxistin. Li ser biryara desteserkirinê polêsan jî Adiyaman birin Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 8emîn. Li vir Adiyaman li ser talîmatê xwe parast û paşê jî hat berdan.
Adiyamanê ku li Gazîentabê ji aliyê polêsan va hatibû girtin, îro serê sibehê bi beşdariya polêsan anîn Edliyeya Enqereyê. Adiyaman li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 8emîn beşdarî "danîşîna talîmatê" bû.
Adiyaman di parastina xwe da destnîşan kir ku parêzbendiya wî ya parlementeriyê heye û herwisa îdia kir ku hin alî dixwazin ji ser darazê reqabeta siyasî bikin.
Adiyaman tawanbariyên der heqê xwe da qebûl nekirin û wiha xeberda, "Ez beşdarî cinazeyê Hîkmet Çark bûm. Lê mîna ku tê îdiakirin endamê PKK/KCKyê nîne. Ez hiqûqnas im. Min di 2014-2015an da parêzeriya Çark kir. Ji endametiya rêxistinê dihat darizandin. Girtî ma paşê jî hat tehliyekirin. Lêbelê hikûm xwar. Dosyeya wî li Dadgeha Bilind bû."
Adiyaman piştî ku parastina wî hat standin, hat berdan.